77 kesên din li Îraqê canê xwe ji dest dan

heta niha bi giştî 7 hezar û 589 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî amarên 24 seatên derbasbûyî belav kir.

Duhê bi şev wezareta tendirostî ya Îraqê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê di nava 24 seatan de li Îraqê bi giştî 4 hezar û 314 kes bi Koronayê ketine.

Wezaretê diyar kiriye ku di nava wan 24 seatan de 77 welatiyên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 229 kes jî baş bûne.

Heta niha li Îraqê bi giştî 264 hezar û 684 kes bi Koronayê ketine û 7 hezar û 589 kesên din jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.