Di nava 24 seatan de 62 kesên din bi Koronayê ketine.
Hevserokê desteya tendirostî ya Rojhilat û Bakûrê Sûriyeyê ( Rojavayê) Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê bo raya giştî belav kir.
Li gor daxuyaniya Dr. Mistefa di nava 24 seatan de li deverê bi giştî 62 kesên din bi Koronayê ketine û 2 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Mistefa eşkere kir ku heta niha bi giştî 689 kes bi Koronayê ketine, 198 kes baş bûne û 42 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin