Tirkiyê piştî serdana Nêçîrvan Barzanî operasyona dijî PKKê bidawî kir

Serokê herêmê roja înê serdana Tirkiyeyê kiribû
کوردستان TV
100%

 Wezareta Berevaniya Tirkiyê doh bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyona bi navê ‘Pençe Kaplan’ a ji 18ê Hezîranê ve li nav sînorên Herêma Kurdistanê li dijî PKKê pêk tîne hatiye temamkirin.

Li gor nûçeya PeyamaKurd    Ev daxuyaniya Tirkiyê piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hat ku bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û berpirsên bilind ên Tirkiyê re rojek berê li Enqerê hevdîtin kiribûn.

Beriya serdana Tirkiyê jî Hikûmeta Kurdistanê dabû xuyakirin ku operasyona Tirkiyê ya dijî PKKê ziyanê digihîne Herêma Kurdistanê û xelkê sivîl.

Herwiha li gorî zanyariyên herêmê, di encama operasyona Tirkiyê de, PKKê piraniya hêzên xwe ji Heftanînê kişandine û derbasî herêmên Çiyayê Spî bûne.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.