4 terorîstên DIŞIê li Kerkûkê hatin girtin

dest bi ser çek û cebelxaneya wan de jî hatiye girtin
کوردستان TV
100%

Îstîxbarata Îraqê dibêje li Kerkûkê 4 terorîstên DIŞIê girtine.

Li gor jêderên nûçeyan, wezareta navxwe ya Îraqê belav kiriye ku hêzên îstîxbarata Îraqê îro yekşem li Kerkûkê dijî terorîstên DIŞIê operasiyonek li dar xistine.

Di encama operasiyona han de 4 terorîstên DIŞIê ji aliyê îstîxbarata Îraqê ve hatine girtin.

Di heman operasiyonê de dest bi ser çek û cebelxaneya terorîstan de jî hatiye girtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.