Li gundekî Til Temirê 5 sivîl ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatin revandin

heta niha çarenivîsa wan nediyare
کوردستان TV
100%

Li gundekî bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê, 5 sivîl ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatin revandin.

Saziya çavdêra mafên mirov li Sûriyê ragihandiye, duhî çekdarên Tirkiyê li gundê Birnûh yê Til Temirê 5 kesên sivîl revandin.

Li gorî agahiyan, piştî ku çekdaran ew gundî girtibûn, gef li gundiyên din jî xwaribûn.

Ji bilî revandin û girtinan sivîlan, çekdarên Tirkiyê pêr li gundê Şirka yê Serê Kaniyê jî dizî kiribûn û mal û milkên welatiyan talan kiribûn.

Ji basnewsê hatiye wergirtin

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.