Serokê herêma Kurdistanê li gel rayedarên Îraqê civiya

li gel her sê Serokatiyên Îraqê û Emar Elhekîm civiya
کوردستان TV
100%

Li gel Serokkomarê Franseyê jî dicive.

Di çaroveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beriya ku li gel Serokkomarê Franseyê Emmanuel Macron bicive, li gel rayedar û aliyên siyasî yên Îraqê civiya.

Serokê herêma Kurdistanê yekem car li gel Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî, pişt re jî li gel Serokkomarê Îraqê Berhem Salih jî civiya .

Herwiha Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî û Serokê tevgera Hikme Emar Elhekîm jî civiya.

Di wan civînan de Serokê herêma Kurdistanê û aliyên Îraqê behsa rewşa siyasî ya Îraqê, rewşa giştî ya deverê, kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê û çareser kirina wan kêşeyan di çarçoveya destûra Îraqê de kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.