Li Îraqê 81 kesên din canê xwe ji dest dan

di nava 24 seatan de 81 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 3 hezar kesên din bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostî ya Îraqê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îraqê 3 hezar û 404 kesên din bi Koronayê ketine û 81 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Îraqê bi giştî 238 hezar û 338 kes bi Koronayê ketine û 7 hezar û 123 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.