Zêdetir ji 500 kesan bi Koronayê ketine

24 welatî jî canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Di nava 24 seatan de 24 kes jî cane xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostiyê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 595 kes bi Koronayê ketine û di nava heman 24 seatan de 24 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bigiştî 29 hezar û 347 kes bi Koronayê ketine û hezar û 98 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.