​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 19 kesên din bi Koronavîrusê ketin

heta niha 37 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 19 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 2 nexweşan jî jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku nexweşekî 97 salî û nexweşeke 72 salî li bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê jiyana xwe ji dest daye.

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku desteyê nexweşketina 19 kesên din bi vîrusa koronayê belge kiriye û ji van herêman in:

Qamişlo; 7

Hesekê; 6

Dêrik; 5

Amûdê; 1

Mistefa bal kişand ser ku di dirêjahiya 24 saetên derbasbûyî de, 9 nexweş baş bûne.

Bi van daneyan re, hejmara nexweşên vîrusa koronayê li herêmê gihaşt 575 nexweşan, jê 37 nexweş mirine û 110 nexweş baş bûne.

ANHA

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.