Polîsê Hewlêrê du jin binçav kir

zêdetir ji 8 miliyon dînar dizîne
کوردستان TV
100%

Ji ajovanan pere dizîne.

Birêveberatiya polîsê Hewlêrê belav kir ku hêzên polîs duhê li Hewlêrê du jin binçav kirin.

Li gor daxuyaniya polîs, ew her du jinên han li ser rêya navbera Hewlêr û Mûsilê, tirimbîlên model nû ragirtine û bi dek û dolaban fêl li ajovanên tirimbîlan kirine û pereyên wan dizîne.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku ew her du jinên han di lêpirsînên destpêkê de li tawana xwe mokir hatine û gotine ku zêdetir ji 8 miliyon û 550 hezar dinar pere ji ajovanan dizîne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.