Heta niha postek wergirtine.
Nunerê pêkhateya Mesîhiyan li Parlementoya Kurdistanê Rûbîna Teyarî ragihand ku li îdareya herêmî ya Dihukê de pêkhateya mesîhî 5 postan werdigire lê heta niha postek wergirtine û biryare 4 postên din ji wan re werin dayîn.
Teyarî eşkere kiriye ku hikûmeta Kurdistanê biryar daye daku 5 post li îdareya Dihukê bo mesîhiyan bin û heta niha tenê Cîgirê Parêzgar bo karûbarê îdarî ji wan re hatiye dayîn û di pêşerojê de 4 postên din ji wan re tên dayîn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin