Li Îraqê zêdetir ji 3 hezar kesên din bi Koronayê ketine

zêdetir ji 3 hezar û 800 kes baş bûne
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya Îraqê amarên 24 seatên derbasbûyî yên Koronayê belav kir.

Duhê êwarê wezareta tendirostî ya Îraqê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îraqê bi giştî 3 hezar û 731 kes bi Koronayê ketine û 68 kes jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Her di nava heman 24 seatan de 3 hezar û 860 berketiyên Koronayê jî baş bûne.

Ji destpêkê ve heta niha bi giştî 231 hezar û 177 kes bi Koronayê ketine û 6 hezar û 959 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.