Wezareta tendirostî amarên 24 seatên derbasbûyî belav kir.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de bi giştî 362 kes li Kurdistanê bi Koronayê ketine û di nava heman 24 seatan de 25 welatiyên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û 582 berketiyên Koronayê jî baş bûne.
Heta niha li Kurdistanê bi giştî 27 hezar û 621 kes bi Koronayê ketine û hezar û 32 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin