Heşda şebî çekdarên xwe dişîne Sûriyeyê

کوردستان TV
100%

Heşda şebî zêdetir ji 200 çekdarên xwe dişîne Sûriyeyê.

Li gor zaniyariyên berdest heşda şebî bo piştîvanî kirin ji rejîma Esed 250 çekdarên xwe şandiye eniyên şerê navbera cîhadiyan û rejîma Sûriyeyê.

Hate gotin ku 250 çekdarên heşda şebî ji Îraqê derbasî Sûriyeyê bûne û li devera Ebû Kemal di nava navendên çekdarên ser bi Îranê ve hatine bicîhkirin.

Ev çekdarên han di şerê dijî opozisyon û rejîma Esed de hevkariya rejîma Beşar Esed dikin.

Biryare ew çekdarên han li gel hijmareke din ji çekdarên ser bi Îranê bo eniyên şer li başûrê Îdlibê werin şandin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.