Hin Sîyasetvanên Komarî yên berê dê piştgiriya Joe Biden bikin

کوردستان TV
100%

Bi qasî 30 sîyasetvanên berê yên ji partiya Komarî çend saetan berî kongreya wê partiyê ragihandin ku ewê piştgiriya berbijarê Partiya Demokrat Joe Biden bikin.

Kempeyna hilbijartinê ya Biden diyar kir ku 27 endamên Kongresê yên Komarî yên berê jiber ‘’serneketin’’a Trump ji partiya xwe vekişîne.

Li ber e ku bi vekîşîna wan sîyasetvanan re kempeyneke neteweyî ya bi navê ‘’Komariyên Piştgiriyê didin Biden’’ destpê bike.

Ji Partiya Komarî sê senatorên berê jî dê piştgiriyê bidin Biden.

Senatorê berê yê Arizona Jeff Flake, Senatorê berê yê New Hampshire Gordon Humprey û Senatorê berê yê Virginia John Warner diyar kirin ku ewê piştgriyê bidin Joe Biden.

John Warner, ku piştî 30 salên li Civata Senatoran di sala 2009’an de xatir ji wir xwestibû, di meha Adarê de ser berbijarîya Trump gotibû ku ‘’qumar’’ e û diyar kiribû ku ewê piştgriya Biden bike.

Waliyê berê yê Ohio John Kasich, Waliya berê ya New Jerseyê Christine Todd Witman û Wezîrê Derve yê berê Colin Powell jî dîyar kirin ku ewê piştgiriyê bidin Biden.

Berbijarê Partiya Demokrat Joe Biden, berî axaftina xwe ya ser qebûlkirina berbijarîyê, dabû zanîn ku 70 payabilindên ku berê di rêvebiriyên Komarî de cîh girtine, bi nameyekê diyar kirine ku ‘’Trump ne li gor rêberiyê ye’’ û ewê piştgiriya wî bikin.

Voa

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.