4 leşkerên Îraqî hatine kuştin

کوردستان TV
100%

Komîteya ragihandina ewlekarî dibêje di êrîşa DIŞIê de 4 leşkerên Îraqî hatine kuştin.

Komîteya ragihandina ewlekarî ya ser bi artêşa Îraqê derbarê êrîşa duhê bi şev ya DIŞIê ya bo ser artêş û polîsê Îraqê li devera Daqoqê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di êrîşa terorîstên DIŞIê de 4 leşkerên Îraqî hatine kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûne.

Beriya niha jêder behsa vê yekê kiribûn ku di êrîşê de polîsek hatiye kuştin û 3 polîsên din jî birîndar bûne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.