Encamên rêkeftina nû bo her du aliyan baş dibin

کوردستان TV
100%

Psporekî Îraqî dibêje rêkeftina nû ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de gelek başe.

Psporê Îraqî yê bi navê Waîl Hazim derbarê serdana şanda hevbeş ya Kurdistan û Îraqê ya bi Serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî bo Amerîkayê serdaneke gelek baş bûye û encamên vê serdana han dê bandoreke gelek baş li ser rewşa giştî ya Îraqê bikin.

Derbarê rêkeftina vê dawiyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Hazim eşkere kiriye ku rêkeftina vê carê ne weke rêkeftinên berê ye û bêgoman encamên rekeftinê bo her du aliyan gelek baş bin.

Nav hatî eşkere kiriye ku lazime hikûmeta nû ya Îraqê hewl bo vê yekê bide daku Îraqeke nû ku nûneratiya tevahiya pêkhateyan bike bi cîhanê binasîne û lazime têkiliyên navbera Îraq û welatên din bi taybetî Îranê biguhere û rê nede ji niha pêde têkiliyên han li ser esasê berejwendiyên olî û îdeolojîkî bin û lazime hikûmet li gel hikûmetê têkilî deyne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.