Nêçîrvan Barzanî: Lazime bîranîna han bibe faktera yekrêzî û yekdengiya me

کوردستان TV
100%

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta salvegera komkujiya enfala Badînanê peyamek pêşkêş kir ku ew jî naveroka vê peyamê ye;

Îro bi rêz û rûmetê ve bîranîna qurbaniyên Enfala Behdînan dikîn, rêz û hûrmet ji bo giyanê pakê şehîdan û silavan ji bo kesukarên wan yê serbilind dişînîn. Di berdewamiya wan êrîş û pêlan de û di tawaneke din a dirinde de, sala 1988 rejîma Beis (180) hezar welatiyên Kurdistanê her ji Germiyanê ve heta Badînan bê cudahî bêseruşûn û şehîd kirin û hemû şûnewareke jiyanê li hezaran gundên Kurdistan jê bir.

Ji 25ê Tebaxê heta 6ê Îlona 1988an li qonaxa dawî ya Enfalê de herî zêde navçeyên Badînanê hatin kîmyabarankirin û hemû pêkhateyên xelkê navçeyê ji aliyê pênc firqeyên serbazî ve rûbirûyê girtin û kuştin û veguhastinê bûn, mizgeft û dêr û gundên Badînan li ber êrîşê ketin û hatin wêrankirin, ewên ku ji tawanê rizgar jî bûn, ber bi Îran û Tirkiyê û welatên din ve koçber û derbeder bûn.

Di vê bîranînê de em tekez dikin ku divê Hikûmeta Federal a Iraqê erkê xwe yê yasayî û biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê cîbicî bike ku pêla Enfalê bi tawana dijî mirovayetî û jenosayd û tawana cengî nasandiye û qurbanî û kesukarên enfalkiriyan ji her alî ve qerebû bike, li Herêma Kurdistanê jî bêtir xizmeta qurbaniyên Enfalê û dûvçûna li pey çarenivîsa wan bihê kirin. Herwiha em berdewam bin li ser dokumentkirina tawanan û hewldanên ji bo nasandina wan weke jenosayd li ser asta navdewletî, ji bo rêgirîkirina li dubarebûne wan li her ciheke cîhanê.

Divê bîranîna Enfalê bêtir me han bide ji bo bihêzkirina tebayî û yekrêziya aliyan û pêkhatên Kurdistanê û ew rûpelên dîrokê pêwîste bibin hewêna lêborînî û aştî û pêkvejiyan û parastina destkeftên Kurdistanê ku ew jî baştirîn wefadarî ye ji bo xwîna şehîdan. Her di vê bîranînê de, em spas û pêzanînên xwe ji bo xelkê Hewlêr û derdora wê dubare tînin ziman ku bi hemû awayekê hevkariya xelkê lêqewimî yê Badînan kirin ku di wê pêlê de vegihestibûn wargeha Cêjnîkanê, û camêrî û mirovperweriya wan tu demekê nayê jibîrkirin.

Silav li giyanê pakê şehîdên Enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

25/8/2020

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.