Netanyahu: Amerîka dostê herî baş yê Îsraîlê ye

کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Amerîkayê serdana Îsraîlê kir.

Îro wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo serdana Îsraîlê kir û li gel Serokwezîrê Îsraîlê Bijnamîn Netanyahu civiya.

Piştî civînê de preskonferanseke hevbeş de her du alî behsa naveroka civîna xwe kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku Amerîka û Îsraîl hevpeymanên herî bihêzin û Amerîka dostê herî nêz yê Îsraîlê ye.

Herwiha wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo jî diyar kirk u Amerîka berdewam dibe li ser berevanî kirin ji Îsraîl û berejwendiyên Îsraîlê.

Pempeo herwiha diyar kir ku Amerîka berdewam dibe li ser hewldanên xwe yên li dijî Îranê û Amerîka rê nade ku Îran bibe xudanê çekên etomî.

Herwiha biryare Mike Pempeo piştî bi dawî hatina serdana xwe ya bo Îsraîlê serdana Îmaratê jî bike.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.