Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi Koronavîrusê ketin

کوردستان TV
100%

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên îro eşkere kirin û da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesan ji ber Koronavîrusê jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku li bajarê Qamişlo, Şehba û Reqayê ji ber Koronavîrusê 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku 27 kesên din bi Koronavîrusê ketine, jê 17 jin in û 10 mêr in.

27 kesên bi vîrusê ketine ji van herêman in:

Qamişlo: 12

Dêrik: 2

Hesekê: 4

Rimêlan: 1

Tirbespiyê: 1

Dirbêsiyê: 1

Amûdê: 3

Şehbayê: 3

Ciwan Mistefa daxuyand ku 7 kesên ku bi Koronavîrusê ketibûn, baş bûne.

Tevî hejmara îro 354 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 22 kesan jiyana xwe ji dest daye û 58 kes jî baş bûne.

ANHA

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.