Li Îranê 141 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

کوردستان TV
100%

Li Îranê 141 kesên din bi Koronayê mirin û zêdetirî 2100 kesên din jî pê ketin.

Berdevka wezareta tendirostiya Îranê, dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 saetên borî de 2 hezar û 113 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketiyan heta niha li wî welatî gihîştiye 358 hezar û 905 kesan.

Dr. Larî her wiha da zanîn, ji duhî de 141 kes jî bi Koronayê mirin û hejmara miriyan gihîştiye 20 hezar û 643 kesan.

Li gorî amarên han, heta niha 309 hezar û 464 nexweşên Koronayê baş bûne û rewşa zêdetirî 3800 nexweşan jî xirab e.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.