Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi Koronavîrusê ketin

کوردستان TV
100%

Desteya Tendirostiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 27 kesên din bi Koronavîrusê ketin. Bi vê yekê hejmara giştî gihaşt 280`an. Herwiha 17 nexweşan jî jiyana xwe ji dest daye.

Desteya Tendirostiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên dawîn ên Koronavîrusê (Covid-19) eşkere kirin û da zanîn ku li herêma Cizîrê 2 nexweşên din jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tendirostiyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku jineke 60 salî ji bajarê Qamişloyê û mêrekî 70 salî  ji bajarê Hesekê ji ber Koronavîrusê jiyana xwe ji dest daye.

Mistefa destnîşan kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 27 kesên din nexweş ketine û daneyên dawîn wiha ne:

Qamişlo: 17

Dêrik: 5

Hesekê: 5

Mistefa got kesên di 24 saetên derbasbûyî de bi vîrusê ketine, 16 mêr û 11 jin in.

Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî daneyên îro, 280 kes bi vîrusê ketine û 17 nexweşan jî jiyana xwe ji dest daye.

ANHA

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.