Îran dest danî ser keştiyeke Îmaratî

کوردستان TV
100%

Ew keştî roja duşemê hatiye destbiserda girtin.

Îro pêncşem wezareta derve ya Îranê ragihand ku hêzên deryayî yên Îranê dest danîne ser keştiyeke Îmaratê.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Îranê de hatiye diyarkirin ku roja duşemê keştiyeke Îmaratî sînorên avî yên Îranê derbas kiriye lewre ji aliyê hêzên deryayî yên Îranê ve hatiye destbiserda girtin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku karmendên keştiyê niha di destê hêzên Îranê de ne û lêpirsîn ji wan tê kirin.

Weke tê zanîn piştî rêkeftina navbera Îmarat û Îsraîlê, Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî gef li Îmaratê kiribû.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.