Hejîrên Akrê sînorên Kurdistanê derbas dikin

cureya Ehya beg xudanê zêdetirîn mişteriyan e
کوردستان TV
100%

Demsala pêgehêştina hejîran li Kurdistanê hatiye û Cotkarên Kurd berhemên xwe dixin bazarê.

 Li Kurdistanê hejîrên Akrê û Hewramanê binav û dengin û gelek caran hejîrên Akrê û Hewramanê bo welatên din jî tên şandin.

Bazirgan û Cotkarên Akrê behsa wê yekê dikin ku îsal hejîrên wan gelek başin û berhema wan jî gelek zêdeye.

Cotkar û bazirganên Akrê dibêjin hejîrên Akrê jiber baş bûna tama wan, nav û dengeke zêde li Kurdistan û Îraqê bidest anîne û niha ji Akrê hejîr bo bazarên Kurdistan, Îraq û welatên biyanî jî tên şandin.

Herwiha dibêjin car car jî hejîrên Akrê bo Ewrûpa û Amerîkayê jî tên şandin.

Li Akrê çend cure hejîr tên berhem anîn lê cureya Ehya Beg cureya herî başe ku xwestekeke gelek zêde li sere û li bazar jî xudan mişteriyên gelek zêdeye.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.