Duhê çarşem şaxê Sine ya dadgeha Şoreşa Îranê, di çarçoveya rûnîştinên xwe yên li ser doza çalakvana mafên jinan ya Kurd Hacer Seîdî de, biryareke der kir.
Li gor biryara dadgehê ew çalakvana Kurd yaku bi hewldan bo têkdana ewlekariya nîştimanî ya Îranê û dijatî kirina rejîma Îranê hatiye tawanbarkirin, bi 5 sal cezaya girtîgehê hatiye mehkûmkirin.
Hacer Seîdî ku beriya niha ji aliyê îtlaatê ve hatibû girtin, 18 roj di girtîgeha îtlaatê de ma bû û pişt re bi danîna kefaletê hatibû azadkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin