Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi Koronayê ketin

heta niha 8 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 27 kes din bi Koronavîrusê ketine û kesek jî miriye. Bi vê yekê hejmara giştî dibe 171 kes ku bi vîrusê ketine û 8 kes jî mirine.

Îro Desteya Tenduristiyê ragihand ku 27 kesên din bi Koronavîrus (Covid-19) ketine; li herêma Cizîrê 23 kes, li Şehbayê jî 4 kes. Bi vê hejmarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 171 kes bi Koronavîrusê ketine.

Li herêma Cizîrê kesekî jiyana xwe ji dest daye û bi vî awayî hejmara kesên mirine gihaşt 8`an û deh kes jî baş bûn.

ANHA

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.