Joe Biden û Kamala Harris dest bi çalakiyên hilbijartinê kirin

dibêje emê şaştiyên hikûmeta berê ser rast bikin
کوردستان TV
100%

Berbijarê Partiya Demokrat Joe Biden û berbijara bo Cîgiriya serok Kamala Harris cara pêşî tev derketin pêş raya giştî.

Joe Biden, di çalakiya pêşî ya hilbijartinê ya wî û Harris de bo wê got ku ‘’Kamala Harris bijartineke baş e.

Çalakiya pêşî ya Biden û Harris, ku li Wilmington ya eyaleta Delawere li dar ket jiber vîrusa korona ji çalakîyên din yên hilbijartinên yên asayî cuda bû. Ji beşdarên çalakiyê û rojnamevanan hat xwestin ku li gor mesafeya civakî tevbigerin û Biden û Harris jî di nav de li ber rûyê herkesî mask he bû.

Biden bo Kamala Harris got ku ‘’jîr û jêhatî ye û bi tecirbe ye.

 ‘’ Biden got: Ew dizane biryarên zor çawa tên dayîn. Ji roja pêşî ve bo karê xwe hazir e. Em her du jî amade ne ku bo vê neteweyê jinûve ava bikin, bixebitin.’’.

Wî bal kişand ku malbata Kamala Harris koçber e û got ku ew dizane ku ‘’malbatên koçber Amerîka çawa pêşde birine’’ û dizane ku ‘’dijwariyên mezinbûna wek yeke reş û bi eslê xwe Hînt çi ne.

Joe Biden, Serok Donald Trump û cîgirê wî Mike Pence bi tundî rexne kir û da zanîn ku ew û Harris dê ‘’aloziyên ku wan li derveyê welêt û li Amerîka çêkirine ji holê rakin’’ û welêt pêşde bibin.

Berbijarê Demokrat dîyar kir ku Donald Trump di têkoşîna dijî vîrusa korona de bi ser neketiye û got ku rêvebirîyên xwecihî hewil didin ku valahiya ji kêmasîya rêberiyê çêbûye tije bikin.

Kamala Harris jî di axaftina xwe de ser şewba vîrusa korona, nijadperestî û kêşeyên aborî peyivî.

Harris diyar kir ku ew bi kêşeyên aborî yên mezin re rû bi rû mane û ‘’pêdiviya Amerîka bi rêberiyekê heye’’ û got ku Serokê wan yê niha ‘’ji kesên ew hilbijartine pirtir girîngiyê dide xwe.

 ‘’ Harris got:  Yê baş ew e ku em ne mecbûr in ku rêvebiriya Donald Trump û Mike Pence ya bi ser neketiye qebûl bikin. Şansê me heye ku em di 83 rojan de bo welatê xwe siberojeke çêtir hilbijêrin.

Voa

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.