Artêşa Îsraîlê dibêje êrîşî ser çend pêgeh û navendên leşkerî yên basikê leşkerî yê Hemasê kiriye.
Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê balefirên şer yên Îsraîlê îro danê sibê, li Xezeyê êrîşî ser çend pêgeh û navendên leşkerî yên basikê leşkerî yê Hemasê ( tûgayên Îzedîn Qesam) kirine û di encama êrîşa han de çend pêgeh û navend hatine jinav birin.
Ji aliyeke din ve çapemeniya Felestînî jî behsa vê yekê kiriye ku di encama bordiman û êrîşê de zirar bi 20 xaniyên welatiyên medenî ketiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin