Zirarên teqîna Libnanê 15 miliyar dolar zêdetire

zêdetir ji 150 kesan canê xwe ji dest dabû
کوردستان TV
100%

Serokê Libnanê diyar kir ku jiber teqîna li bendera Beyrûtê zêdetir ji 15 miliyar dolar zirarên madî ber Libnanê ketine.

Serokê Libnanê Mîşel Ewin eşkere kir ku di encama teqîna li bendara Beyrûtê de 3 hezar û 974 xanî û bîna li gel 4 hezar û 214 tirimbîlan rastî zirarên gelek mezin yên madî hatine.

Ajansa fermî ya Libnanê NNA belav kir ku Mîşel Ewin diyar kiriye ku zirarên madî yên ku jiber teqîna li Beyrûtê ber Libnanê ketine 15 miliyar dolar derbas kiriye.

Weke tê zanîn di 4ê meha Tebaxê de li Beyrûtê enbarek ku tê de madeya amoniyum nîtrat hebû teqiya bû û di encama teqînê de herî kêm 150 kes canê xwe ji dest dan, 40 kes wendane û zêdetir ji 6 hezar kes jî birîndar bibûn.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.