Gerîlayên PKKê şivanek birîndar kirin

li nexweşxaneya Soranê tê dermankirin
کوردستان TV
100%

Şivan li devera Sîdekanê hatiye birîndarkirin.

Îro danê sibê li zozanên navçeya Berbizin ya li devera Sîdekan, şivanek bi navê Menaf Ebdulah bi guleya gerîlayên pkk birîndar bû.

Birêveberê navçeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Kurdistantv re ragihand ku îro danê sibê dema çûna hêzeke parastina ewlekariya deverê û pêşmerge bo deverê bi mebesta parastina ewlekariya deverê û şêniyên deverê, gerîlayên pkkê li bin çiyayê Berbizin bi awayekî bêperwa gule li ser derdorê xwe reşandine û di encam de şivanek ku li deverê mişxûlî leverandina pezên xwe bûye hatiye birîndarkirin.

Şivanê birîndar bo derman kirinê bo nexweşxaneya Soranê hatiye veguhastin.

Çelebî eşkere kir ku niha rewşa deverê arame û biryare bi mebesta parastina şêniyên deverê biryare hêzeke berevaniya sînor bo wan deveran were şandin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.