72 kesên din li Îraqê canê xwe ji dest dan

heta niha 5 hezar û 646 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya Îraqê amarên 24 seatên derbasbûyî yên Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê di nava 24 seatên derbasbûyî de 3 hezar û 484 kes bi Koronayê ketine û herwiha 72 berketiyên Koronayê jî canê xwe ji dest dane.

Wezaretê eşkere kiriye ku zêdetirîn hijmara berketiyan û kesên ku canê xwe ji dest dane li Bexda û Besreyê ye.

Heta niha 153 hezar û 599 kes li Îraqê bi Koronayê ketine û 5 hezar û 646 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.