Wezareta tendirostî amarên taybet yên 24 seatên derbasbûyî yên Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê di nava 24 seatên derbasbûyî de li Kurdistanê bi giştî 508 welatiyên din bi Koronayê ketine û ji wan 278 kes li Hewlêrê ne.
Herwiha hate zanîn ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 17 kesên din jiber Koronayê canê xwe ji dest dane ku 13 ji wan li Hewlêrê ne.
Heta niha li Kurdistanê de 17 hezar û 547 kes bi Koronayê ketine û 657 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin