Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 18 kesên din bi Koronavîrusê ketine. Bi vê yekê hejmara nexweşan gihaşt 119’an. Desteyê diyar kir ku rewşa 5 nexweşan jî baş bûye.
Hevseorkê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa îro diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 18 kesên din bi Koronavîrusê ketine.
Daneyên nexweşan wiha ne:
3 nexweş li Hesekê
9 nexweş li Qamişloyê
Nexweşek li Rimêlanê
2 nexweş li Dêrazorê
3 nexweş li Kobanê
Nexweşek li Reqayê
Her wiha Ciwan Mistefa destnîşan kir ku rewşa 5 nexweşan jî baş bûye.
Bi van daneyan hejmara nexweşên Koronavîrusê li herêmê digihêje 119’an, jê 5 nexweş mirine û rewşa 10 nexweşan jî baş bûye.
Nûçe ji anhayê hatiye wergirtin
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin