6 terorîstên DIŞIê hatin girtin

li parêzgeha Selahedînê hatine girtin
کوردستان TV
100%

Wezareta navxwe ya Îraqê ragihand ku hêzên wan 6 terorîstên DIŞIê girtine.

Li gor daxuyaniya wezareta navxwe ya Îraqê hêzên ser bi îstîxbarata Îraqê karîne di operasiyonekê de li parêzgeha Selahedînê ya Îraqê de, 6 terorîstên DIŞIê binçav bikin.

Li gor zaniyariyan ew terorîstên han beriya niha ji sînorên parêzgeha Kerkûkê ber bi parêzgeha Selahedînê ve reviyane.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku terorîstên DIŞIê yên girtî li xwe mokir hatine ku beşdarî di çend êrîş û operasiyonan de li dijî xelkê medenî û hêzên leşkerî yên Îraqê de kirine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.