Amed yek ji bajarên Bakûrê Kurdistanê ye ku hijmareke zêde şênî têde bi Koronayê ketine.
Li gor daxuyaniya platform karker û karmendên tendirostî ya Amedê, jiber belav bûna Koronayê li Amedê rewşa bajar niha aloze û rojbiroj hijmara kesên ku bi Koronayê dikevin zêde dibe.
Platformê eşkere kiriye ku heta niha li Amedê bi giştî 346 karmend û karkerên tendirostiyê bi Koronayê ketine.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku li Amedê kîtên diyar kirina Koronayê gelek kêmin û pêdiviyên tendirostî jî bi asanî nayên dabînkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin