Li gor zaniyariyên berdest beriya du rojan li bajarê Dalahu ya li Rojhilatê Kurdistanê 3 ciwanên Kurd ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin.
Hate zanîn ku şeva pêncşemê hêzên îtlaata Îranê êrîşeke berfire birine ser gundê Darab ya ser bi bajarê Dalahu ya li eyaleta Kirmaşanê.
Piştî dorpêç kirina gundê Darab, hêzên îtlaatê dest bi teftîş kirina malên gundê kirine û di encam de 3 ciwanên Kurd girtine û bo cîheke nediyar veguhastine.
Derbarê sedema girtina wan ciwanan û çarenivîsa wan de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin