Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 kesên din bi Koronavîrusê ketine

heta niha 4 kesan canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 16 kesên din bi Koronavîrusê ketine.

Heverokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 kesên din bi vîrusa Korona ketine.

Ciwan Mistefa kesên bi koronayê ketine wiha dabeş kirin:

11 kes li Hesekê

Li Qamişloyê 3 kes

Li Dêrazorê yek

Li Kobanê yek

Ciwan Mistefa da zanîn ku di nava kesên ku li Hesekê bi vîrusê ketine de kesekî temen mezin (83) jiyana xwe ji dest da.

Bi vî awayî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî 82 bi vîrusa Korona ketine û ji wan 4 kesan jiyana xwe ji dest dane

Anha

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.