Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê amara 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezaretê di nava 24 seatên derbasbûyî de bi giştî 404 kes bi Koronayê ketine ku 218 ji wan li Hewlêrê bûne.
Herwiha hate zanîn ku 160 berketiyên Koronayê di nava 24 seatên derbasbûyî de baş bûne û 11 berketiyên Koronayê jî canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Kurdistanê bi giştî 15 hezar û 577 kes bi Koronayê ketine û 597 kes jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin