Serok Barzanî: Ew birîna ser laşê Kurdistanê ti car nayê jibîr kirin

dibêje hikûmeta Îraqê pêbendî rêkeftinê nebûye
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî di 6mîn salvgera komkujiya Şingalê de peyamek pêşkêş kir ku ew jî tekesta peyamêye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro 6 sal li ser karesata tawana komkujiya Şingalê re derbas dibe. Karesatek ku têda terorîstên DIŞIê bi awayeke hovane tawanên mezin hember xuşk û birayên me yên Êzîdiyan kirin. Ew tawan birîneke kûre li ser laş gelê Kurdistanê û ti demekê nayê ji bîr kirin.

Di vê karesatê de Êzîdî ji ber Kurdbûnê û ji ber ol û bîr û baweriyên xwe ketine ber lehiya rik, hov û bêwîcdaniya terorîstan. Ew tawanbariyên ku DIŞIê yên li dijî xuşk û birayên me yên Êzidî kirine berdewamiya wan zincîre karesat û tawanan bû ku bi dirêjahiya dîrokê de li ser gelê Kurdistanê hatine kirin.

Di vê salvegera diloj de bi rêzdarî şehîdan û qurbaniyên Şingalê bibîr tînim. Heman demê de wan Pêşmergeyên qehremanan jî bi bîr tînîn ku bi xwîna xwe Şingal û çiyayê Şingalê ji destê terorîstan azad kirin û merdane tola wê karesata han ji terorîstan kirin.

Her bi vê minasebetê lazime liwir careke din tekez li wê yekê bikim ku bi hemû şiyanek ve piştevaniya daxwaziyên xuşk û birayên Êzidî dikim bo ku ew bi serbilindî vegerin ser mal û warên xwe û jiyaneke bextewer û aram û dûr ji sîtemkarî û çewsandina wan hebê û bikarin karubarên xwe li navçeyên xwe birêve bibin.

Cihê daxeke zêdeye devera Şingalê jî piştî rûdanên 16 Cotmehê ketiye bin bandora plana nehezên xelkê Kurdistanê. Ev dem ji bo eweye rê li karesatên din û xwîn rijandina di navbera Êzîdiyan bê girtin û wiha rêkeftin hate kirin ku kontrola Şingalê bidin Êzîdiyan û Êzîdî her bi xwe îdareya Şingalê û navçeyên xwe bikin, lê belê heta niha jî Hikûmeta Iraqê pêbendî wê rêkeftinê nebûye û Şingal ketiye destê xelkeke din. Her ji bo wê yekê jî heta niha Êzîdiyên devera Şingalê ji jiyan û paşeroja xwe piştrast nînin û venegeriyane navçeyên xwe û her li rewşa koçberî û jiyana wargehan da mane ku li rastiyê da eve zulmeke mezine.

Ji bo wê yekê pêwîste dawî bi vê rewşa ne xwezayî ya Şingalê bê anîn û Şingal vegerê dest xwediyên xwe yên resen û pêwîste rêkarên wiha bêne girtin ku êdî karesat û zulm û tawan li dijî Êzîdiyan û pêkhatên din dûbare nebê.

Di salvegera karesata komkujiya Şingalê de dilê min berdewam li gel xuşk û birayên Êzîdî û hevxemê kesukarên qurbaniyên wê karesata dilojim.

Hezaran silav li giyanê pakê şehîdên Şingalê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.

Mesûd Barzanî

3.8.2020

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.