Di nava 3 salan zêdetir ji 20 hezar malbetên Ereb hatine Kerkûkê

duhê jî şêniyên Kurd li dijî hewla bicîh kirina 20 malbetan serî hildan
کوردستان TV
100%

Prosesa bi Erebkirina Kerkûkê û derdorê yaku di salên 1980an de ji aliyê Sedam ve destpêkiribû û di sala 2003an de bi dawî hatibû, piştî bûyerên 16 Cotmeha 2017an dubare destpê kiriye.

Li gor zaniyariyên berdest di nava wn 3 salên derbasbûyî de zêdetir ji 20 hezar malbetên Ereb ji deverên din yên Îraqê bo Kerkûk û derdorê hatine veguhastin û li deverê de hatine bicîhkirin.

Her di çarçoveya heman prosesê de duhê jî zêdetir ji 20 malbetên Ereb bo gundên derdora Xurmatûyê hatibûn veguhastin û polîsê Îraqê dixwest wan Ereban li wan gundên Kurdan bicîh bike lê şêniyên Kurd yên deverê bihevre li dijî wê hewla han rawestan û rê nedan Ereb li ser gundên wan werin bicîhkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.