Birêveberatiya tendirostiya Dihukê ragihand ku direngiya şeva derbasbûyî li Dihukê du welatiyên ku beriya çend rojan bi Koronayê ketibûn canê xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya birêveberatiya tendirostiya Dihukê, ew her du welatî beriya çend rojan bi Koronayê ketibûn û li nexweşxaneyê rixmî dermankirinê canê xwe ji dest dane.
Ew her du welatî şêniyên bajarê Akrê bûne û li nexweşxaneya Gulan ya Akrê canê xwe ji dest dane.
Temenê wan du welatiyan 60 û 66 sal bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin