Li Kurdistanê zêdetir ji 250 kesan bi Koronayê ketine

heta niha 551 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 277 welatî bi Koronayê ketine.

Herwiha wezaretê eşkere kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 10 welatiyên ku bi Koronayê ketibûn canê xwe ji dest dane û 94 pêketiyên Koronayê jî ji Koronayê rizgar bûne.

Heta niha li Kurdistanê 14 hezar û 134 kes bi Koronayê ketine û 9 hezar û 177 kes baş bûne û 551 welatî jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.