Li herêma Cizîrê ji sibê ve qedexe tê ragihandin

çend biryarên nû hatine derkirin
کوردستان TV
100%

Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê ragihand ku ji sibê (pêncşemê) ve çûn û hatina di navbera bajar û navçeyan de ji bilî rewşên awarte, qedexe ye.

Bi berdewama belavbûna şewba Koronayê re, nexasim piştî ku nexweşên vîrusê li herêma Cizîrê hatin tespîtkirin ku heta niha 8 kes in, her wiha ji ber xeteriya Koronavîrusê li ser jiyana welatiyan û ji bo pêşîlêgirtina belavbûna şewbê û parastina tendurstiya şêniyên herêmê, Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê ev tedbîr girtin:

Çûn û hatina di navbera bajar û navçeyan di dema betlaneya Cejna Qurbanê de ji bilî rewşên awarte, qedexe ye.

Kombûnên wekî (şahî, sersaxî, parkên giştî, cihên geştiyarî, cihên olî, melevangeh, holên sporê, xwaringeh û hwd..), tên qedexekirin.

Zanîngeha Rojava, navendên perwerdê, danîngeh û paxçeyên zarokan heta derketina biryareke din, tên taloqkirin.

Hemû rewşên bi guman ku pêwîstiya wan bi navendên tenduristiyê tune ye, dikevin karantînaya malê.

Divê li hemû cihan pîvanên dûrbûna civakî bên pêkanîn û xwediyên dikan, firn û hwd.. tedbîrên xweparastinê bigirin.

Hemû serdanên girtîgehan tên qedexekirin.

Erebeyên veguhestina hundirîn ên di nava bajaran de tên rawestandin.

Biryar ji 30`ê Tîrmeha 2020`an (pêncşemê) ve dikeve meriyetê.

Ji bo parastina  tenduristiya  gelê me, divê her kes biryar û tedbîrên xweparastinê pêk bîne. Her wiha em  Cejna Qurbanê li tevahî gel pîroz dikin û tekeziyê bi pêkanîna biryaran û pîvanên dûrbûna civakî di dema cejnê de, dikin.

Anha

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.