Îraq: Kartên bihêz di destê me de hene

dibêje li dijî Tirkiyeyê kartên bihêz di destê me de hene
کوردستان TV
100%

Îraq dibêje bo çareser kirina kêşeya avê li gel Tirkiyeyê kartên bihêz di destê Îraqê de hene.

Wezîrê çavkaniyên avê yê hikûmeta Îraqê Mehdî Reşîd derbarê kêm kirina ava ku ji Tirkiyeyê ve tê Îraqê ragihand ku heta niha aliyên têkildar li Îraqê çend caran li gel Tirkiyeyê li ser wê mijarê giftûgo kirine lê heta niha ti encam nehatine bidestxistin.

Reşîd diyar kiriye ku niha kartên gelek bihêz di destê Îraqê de hene daku li gel Tirkiyeyê kêşeya avê çareser bikin û di wan rojên pêş de civînek di navbera Tirkiye û Îraqê li ser mijara avê tê lidarxistin.

Weke tê zanîn Tirkiye jiber vegirtina avê li bendava Hesen Keyifê av li ser Îraqê kêm kiriye û Îraq jî ji wê yekê gelek dilgirane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.