Spaha pasdaran darên çiyayê Dalahu dibire

dixwaze navendeke leşkerî çê bike
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên ji Rojhilatê Kurdistanê, ew çend roje spaha pasdaranya Îranê dest bi çê kirina cade û navendeke leşkerî li çiyayê Dalahu kiriye.

Ajansa kurdpa belav kir ku spaha pasdaran ya Îranê bo çê kirine navendeke leşkerî li çiyayê Dalahu dest bi çê kirina cadeyê kiriye û di dema çê kirina navenda leşkerî û cadeyê de hijmareke gelek zêde dar ji aliyê spaha pasdaran ve hatine birîn û qutkirin.

Çiyayê Dalahu ku dikeve Rojhilatê Kurdistanê, di dawiya zincîre çiyayê Şaho daye û nêzî Kirmaşanê ye û cîheke pîroze bo Kurdên Yarsan.

Darên li wê  çiyayê darên mazî, berû, kezivan, Giwêj, hermiyên kovî û çend coreyên dinin ku bi awayekî xwerisk çê bûne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.