Îro danê sibê artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya operasiyonên xwe yên li dijî gerîlayên PKK li deverê de, quntarên çiyayê Şekîfê li devera Lolanê bi tundî topbaran kir.
Peyamnêrê me yê li devera Sîdekanê diyar kir ku di dema topbaranê de, hijmareke welatî bi mebesta kom kirina catir li deverê bûne û çend malbetên zomdar jî li deverê bûne.
Topbaran li nêzî wan bûye, ti zirareke topbaranê nebûye lê ev topbaran han bûye sedema çê bûna tirs û fikaran li cem şêniyên deverê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin