Wezareta tendirostiya Îraqê dibêje zêdetir ji 3 hezar kesan bi Koronayê ketine.
Wezareta tendirostî ya Îraqê ragihand ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îraqê 3 hezar û 918 kes bi Koronayê ketine.
Li gor daxuyaniya han di nava heman 24 seatê de li Îraqê 77 welatî jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Heta niha li Îraqê bi giştî 115 hezar û 332 kes bi Koronayê ketine û 4 hezar û 332 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin