Li Kurdistanê 8 kesên din canê xwe ji dest dan

heta niha 504 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên dawî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Duhê bi şev wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê, amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatan de bi giştî 302 kes li seraserê Kurdistanê bi koronayê ketine ku hijmara herî zêde li Hewlêrê bûye ku 139 kese.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye gotin ku di nava 24 seatan de bi giştî 8 welatiyên ku bi Koronayê ketine canê xwe ji dest dane ku 6 ji wan li Hewlêrê bûne.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 12 hezar û 937 kes bi Koronayê ketine û 504 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.