Duhê biryar hate dayîn ku welatî jî dikarin hatûçû bikin.
Berpirsê têkiliyên navbera Kurdistan û Îranê Ebdulah Akreyî duhê sêşem ragihand ku deriyên sînorî yên di navbera Kurdistanê û Îranê hatine vekirin û welatî jî dikarin hatûçû bikin lê ew hatûçûya han bimerc dibe.
Akreyî eşkere kiriye ku bi biryara wezareta navxwe ya Kurdistanê, asankarî bo wan kesan tê kirin ku di nava projeyan de kar dikin bi taybetî di warê pîşeyî de weke endaziyar, bazirgan, ew kesên xudan îqamene anjî nexweşin.
Nav hatî eşkere kiriye ku hêdî hêdî hatûçû kirin were normalkirin lê niha hatûçû bi merc dibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin