Di çarçoveya rûbirû bûna Koronayê de karwaneke hevkariya herêma Ilede ya Fransî gehêşte herêma Kurdistanê.
Ev karwana han ya nûjdarî yaku ji 100 hezar mask û çend pêdiviyên din yên nûjdarî pêk hatibû, duhê di merasimekê de ji aliyê Konsulusê Franseyê yê li Hewlêrê ve radestî wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê hate kirin.
Pêşkêş kirina ew hevkariya han di demekê deye ku beriya 10 rojan wezîrê derve yê Franseyê serdana Kurdistanê kiribû.
Di dema wergirtina karwana hevkariyan de wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê li ser navê hikûmet û xelkê Kurdistanê spasiya Franseyê bi giştî û herêma Iledeyê bi taybetî kir.
N: E.G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin